Ebûbekir Karwanî: Iraq wek niha namîne û dê felc bibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîskar û siyasetvanê Kurdistanê Ebûbekir Karwanî got, “Çi bi şer be çi bi aştî, rewşa niha ya Iraqê wekî xwe nemîne.” Herwesa got, "Nexşeya herêmê wê ji nû ve bê kêşan û Iraq dê felc bibe."
Nivîskar û siyasetvanê Kurd Ebûbekir Karwanî îro (Sêşem, 7ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re li ser îhtîmala lidarnexistina hilbijartinan li Iraqê ji K24ê re got, “Kampanyaya hilbijartinan hat paşxistin ji ber ku xetera wê yekê heye ku, hilbijartin di wextê xwe de neyên lidarxistin.”
Ebûbekir Karwanî herwesa got, “Tirs heye ku bûyerên deverê bi awayekî biteqin, merem ji teqîna deverê jî şerekî din ê di navbera Îsraîl û Îranê de ye. Li gorî xwendinên siyasî jî, vê carê Iraq dê bibe parek ji vî şerî, lewma gelek piştrastî nîne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.”
Navbirî amaje jî da, “Wesfa zanistî ya rewşa niha ya Iraqê bêçarebûna siyasî ye. Bêçarebûna siyasî jî ew e ku, kesên li ser desthilatê êdî şiyanên bersivdan û çareserkirina pirsgirêkên welatê xwe nemaye. Tu hêzek jî tune ku şûna wan bigire, şert jî nîne ku tu kesek şûna wan bigire, lê ji ber ku rewşeke siyasî li wî welatî heye, çek dê pirsgirêkan çareser bikin.”
Eşkere jî kir, “Ew sîstema ku li Iraqê heye, ku piştî sala 2003ê çê bû, bi nerîna min, tiştê ku jê hatiye kiriye, lewma erkên wê temam bûne.” Herwesa got, “Li ser asta civakan, bi taybetî jî li ser asta civakên Sune û Şîeyan, helweşiyan çê bûye, bi taybetî jî di nav civaka Şîeyan de. Tu derfetek ji bo tevlîbûna rastîn a xelkî û bandora wan li ser çêkirina biryara siyasî nemaye, lewma rêjeya boykotê dê ji ya ku hatiye ragihandin pir zêdetir be.”
Ron jî kir, “Vê carê, Sedir dê bi awayekî fermî hilbijartinan boykot bike, ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku rewşa navxweyî ya Şîeyan û rewşa niha ya Iraqê, her bi vî rengî berdewam nebe. Çi bi şer be çi bi aştî, rewşa niha ya Iraqê wekî xwe nemîne.”
Tekez jî kir, “Ez difikirim ku derxistina rastiya ku piştî Lozanê derketiye holê dê bi astên cuda cuda di berjewendiya doza Kurdan de be, lê bingeha doza Kurdan li Başûrê Kurdistanê ye, ji ber vê yekê jî parastina vê dozê erkeke mezin a exlaqî, neteweyî û siyasî ye.”
Herwesa ragihand, “Divê em hemî şiyanên xwe yên neteweyî kom bikin, da ku em bi ser dijwarîyan bikevin. Werin em dev ji şerê xwe û rewşa normal berdin. Rojhilata Navîn rastî erdhejê hatiye û teqiye, nexşeya deverê ji nû ve tê kêşan, nabe ku em her bi pirsên piçûk ve mijûl bibin.”