Rewşa dijwar a Tedmurê: Welatî di nav wêranî û bêxizmetiyê de dijîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê dîrokî yê Sûriyê Tedmur (Palmira), piştî salên şer û wêraniyê, di rewşeke gelekî xirab de ye. Welatiyên ku li warên xwe vegeriyane, ji ber tunebûna xizmetguzariyên herî bingehîn ên weke av, kehrebe û tenduristiyê, di nav jiyaneke zehmet de ne û bang li Hikûmeta Şamê dikin ku alîkariya wan bike.

Li gor berpirsên navçeyê, tenê derdora 2 hezar û 200 malbat li bajêr vegeriyane, ku ev hejmar ji sedî 15ê şêniyên bajêr jî pêk nayîne. Wêraniya ku gihîştiye li jêrxaneya bajêr, sedema sereke ya vê rewşê ye, ku kolan û avahî şer û pevçûnên giran dîtibûn.

Pirsgirêka herî mezin a welatiyan nebûna av û elektirîkê ye. Welatiyê bi navê Yûsif Elî dibêje: "Rewşa av û elektirîkê gelekî xirab e. Nêzîkî şeş meh in em vegeriyane lê ava sereke nîne û elektirîk jî gelekî lawaz e. Tora avê bi temamî têk çûye." Ji ber qutbûna torên avê, welatî neçar in avê bi nirxekî giran bikirin û ji bo elektirîkê jî jeneratoran bi kar tînin.

Ji bilî av û elektirîkê, li bajêr navendên tenduristiyê jî nînin, ku ev yek jiyana nexweşan dixe metirsiyê. Herwiha di sektora perwerdeyê de jî zarok ji ber rewşa xirab a dibistanan zehmetiyan dikişînin.

Berpirsê navçeyê Zahir Selîm diyar kir, her ku diçe hejmara malbatên ku vedigerin zêde dibe, lê ji bo ku veger berdewam bike, pêwîstî bi nûjenkirina jêrxaneyê û başkirina xizmetguzariyan heye. 

Welatî û berpirs daxwazê ji Hikûmeta Şamê dikin ku bi lez dest bi projeyên avadankirinê bike, da ku jiyan li vî bajarê dîrokî vegere rewşa xwe ya asayî.

 

 

Fly Erbil Advertisment