Konsulê Hengaryayê girîngiya xurtkirina têkiliyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Konsulê Giştî yê nû yê Hengaryayê li Herêma Kurdistanê kir, herwesa piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên dualî jî anî ziman.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hengaryayê li Herêma Kurdistanê Gregory Tevadar Takac kir.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê hevdîtinê de pîrozbahî li Konsulê Giştî yê nû yê Hengaryayê kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên dualî jê re diyar kir.”
Konsulê Giştî yê nû yê Hengaryayê jî ji aliyê xwe ve girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de di warên cuda cuda de, bi taybetî jî di warê bazirganiyê de, tekez kir.