Serokatiya Herêma Kurdistanê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber rakirina dorpêça li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) di beyannameyekê de spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir û got: “Em spasî û rêzên xwe ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tekez dikin, ku îro di civîneke ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ferman da ku geştên Turkish Airlines ji bo Silêmaniyê bên destpêkirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di beyannameya xwe de herwesa got: “Ev biryar di çarçoveya têkiliyên xurt ên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê de tê, ku em piştrast in dê alîkariya zêdetir berfirehkirina alîkariyên hevpar di berjewendiya herdu aliyan de bike. Ev yek dê bi taybetî di berjewendiya welatiyên me yên Silêmaniyê de be.”

 
Fly Erbil Advertisment