Li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî, dorpêça li ser Balafirxaneya Silêmaniyê tê rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand, “Li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan biryar daye ku gemaroya li ser Balafirxaneya Silêmaniyê rake û careke din dest bi geştên asmanî yên Ewropa û Tirkiyeyê ji bo Silêmaniyê bê kirin.”
Berpirsê Ragihandinê yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê Dana Mihemed ji Kurdistan24ê re got: “Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re li ser rakirina dorpêçên li ser Balafirxaneya Silêmaniyê axivî, Serokkomarê Tirkiyeyê soz daye ku wê pirsgirêkê çareser bike.”
Berpirsê Ragihandinê yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê tekez jî kir: “Ev nîşaneke dilxweşker e û em li benda nûçeyên xweş in.”
Ji aliyekî din ve jî Berpirsê Ragihnadinê yê Xeta Asmanî ya Tirkiyeyê Yahya Austin ji rojnameya Sabah ya Tikiyeyê re ragihand: “Geştên Tirkiyeyê ji bo Silêmaniyê tên destpêkirin.” Herwesa got: “Têkiliyên me bi Iraqê re dê xurttir bibin.”
Navbirî amaje jî da: "Armanca me ew e ku em bi geştên xwe yên ji bo Silêmaniyê, ku her heft rojên heftiyê bi birêkûpêkî tên kirin, têkiliyên bazirganî, çandî û geştiyariyê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de xurt bikin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya û dorpêçên li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê nîqaş kirin.
Her di wê civînê de, Erdogan li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî biryar da ku dorpêçên li ser Balafirxaneya Silêmaniyê rake û ew biryar dê di çend rojên bê de bê bicihanîn.