Balafirên şer ên Iraqê cihekî DAIŞê li Kerkûkê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirên şer ên Iraqê cihekî DAIŞê li sînorê Kerkukê bombebaran kir û di encamê de hejmareke endamên wê rêxistinê hat kuştin.

Şaneya ewlehiyê ya Iraqê îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) ragihand ku, balafirên şer ên F-16 ên Iraqê cihekî DAIŞê li dola Şayê ya sînorê Kerkukê bombebaran kiriye û hemî Çekdarên ku di wî cihî de bûn hatine kuştin.

Herwesa li gorî zanyaran, sê çekdarên DAIŞê li wî cihî xwe heşar dabû û di encama wê bombebaranê de hersê hatin kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment