Tuncer Bakirhan: Divê Parlamentoya Tirkiyeyê guhdariya nêrînên Ocalan bike

Tuncer Bakirhan
Tuncer Bakirhan

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê Dem Partiyê amaje da ku, divê qanûn serwer be û êdî qeyûm nemînin. Herwesa got ku, ew daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û guhertinên bilez ên qanûnên bingehîn dikin.

Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan îro (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) di civîna heftiyane ya partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyeyê got ku, divê guhdariya nerînên rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan bê kirin û Selahattin Demirtaş bê berdan.

Hevserokê Dem Partiyê herwesa got: “Gel li bendê ye ku parlemento di werzê xwe yê nû de reforman di çend qanûnan de bike û hemî çav li ser pêngavên pêdivî ne.”

Tuncer Bakirhan amaje jî da: “Werin em vê sala danana qanûnan a Parlamentoyê bikin sala çareserkirina pirsên dîrokî yên Tirkiyeyê. Bi civînên bi Ocalan re, bingehên çareseriyê xurttir dibin.”

Navbirî herwesa ragihand: “Em daxwaza welatîbûneka wekhev dikin, bi rêya destûrê ku bi wekhevî temaşeyî hemiyan bê kirin. Herwesa em daxwaz dikin ku, qanûn serwer be û êdî qeyûm nemîne û daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin.”

Hevserokê Dem Partiyê herwesa daxwaza guhertinên bilez ên qanûnên bingehîn, xasma jî Qanûna Berhingarbûna Terorê, qanûna cezakirinê û berdana girtiyên siyasî û nexweşan û vegera bilez a kesên ku ji ber sedemên siyasî neçar mane ji welatî derbikevin.

 
 
Fly Erbil Advertisment