Nêçîrvan Barzanî tevlî merasîma bîranîna rojbûna Şah Charles bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê tevlî merasîma bîranîna rojbûna Şahê Şahnişîna Yekgirtî ya Brîtanyayê Şah Charlesê Sêyê bû; herwesa destegula Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di wê merasîmê de hat pêşkêşkirin.

Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) êvarê tevlî merasîma bîranîna rojbûna Şahê Şahnişîna Yekgirtî Şah Charlesê Sêyê bû.

Di wê merasîmê de, ku bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û hejmareka berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hat lidarxistin, Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Şah temendirêjî û ji bo Şahnişîna Yekgirtî jî serkeftin xwest.

Her di wê çalakiyê de, destegula Serokatiya Herêma Kurdistanê jî pêşkêşî wê merasîmê hat kirin.

 
Fly Erbil Advertisment