Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Bedîlê hilbijartinên Iraqê nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Bedîlê hevahengiya di navbera aliyên siyasî de û hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê nîqaş kirin.
Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Bedîlê Ednan Zurfî kir.
Rewşa siyasî ya welatî, hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de di wê civînê de hatin nîqaşkirin.
