Herêma Kurdistanê û UNESCO çend xaniyan li Keleha Hewlêrê nûjen dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komîsyona Vejîna Keleha Hewlêrê ragihand ku, ew dê bi rêkxistina UNESCOyê re peymanekê bi bihayê 10 milyon dolaran îmze bikin, da ku çend xaniyan li Keleha Hewlêrê ji bo armancên geştiyariyê nûjen bikin.
Şandeyeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) bi serokatiya Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji bo zêdetir xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û UNESCOyê de, ji bo bingeha serekî ya UNESCOyê li Parîsê hatiye vexwendin.
Li wê bingehê, yadaştnameyeka hevfêmkirinê di navbera şîrketa Karê û rêkxistina UNESCOyê de hat îmzekirin. Şîrketa Karê şîrketeka sektora taybetî ye, ji sala 2014ê ve bi UNESCOyê re ji bo vejandina Keleha Hewlêrê dixebite.
Serokê Komîsyona Vejîna Keleha Hewlêrê Yadgar Mihemed ji Kurdistan24ê re got: "Ji bo pêşxistina şiyanên xwendekaran di warê geştiyariyê û şûnwariyê de û nûjenkirina çend xaniyan, bi merema wergirtina feydeyî jê di warê geştiyariyê de, dê bi UNESCOyê re peymanek bi bihayê 10 milyon dolaran bê îmzekirin.”
Serokê Komîsyona Vejîna Keleha Hewlêrê eşkere jî kir: “Ew peyman dê ji bo dema çar salan bi rêkxistina UNESCOyê re di vî warî de bidome.”