Ehmed Şera sibe serdana Rûsyayê dike û bi Putin re dicive

Ehmed Şera
Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Sûriyeyê sibe bi serdaneka fermî digihîje Moskoyê, ji bo rêkxistina têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera herdu welatan de.

Ajansa SANAyê ya Nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê îro (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) ragihand: “Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera sibe (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) bi serdaneka fermî digihîje Moskoyê, ji bo rêkxistina têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera herdu welatan de de.”

Berpirsê Ragihandinê yê Serokatiya Komariya Sûriyeyê ji Ajansa navbirî re ragihandiye: “Biryar e Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera di serdana xwe ya Moskoyê de bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive, da ku li ser guhertin û pêşketinên herêmî û navneteweyî nîqaş bikin, ku di nerîna wan herdu welatan de girîng in, tevî pêşxistina têkiliyan ku xizmeta berjewendiyên herdu welatan dikin.”

Li gorî Ajansa SANAyê, biryar e ku Ehmed Şera bi Revenda Sûriyeyê ya Rûsyayê re bicive.

Di Sibata borî de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin peywendî bi Ehmed Şera re kir û piştgiriya welatê xwe ji bo yekparçeyiya axa Sûriyeyê û serweriya wê tekez kir.

Tevî wê yekê jî, Putin amadebûna welatê xwe ji bo nirxandina peymanên xwe yên ku bi rejîma berê ya Sûriyeyê re kirine û rakirina hemî cezayên ku êxistine ser Sûriyeyê diyar kir.

 
Fly Erbil Advertisment