Kitêbeka girêdayî jiyan û xebata Barzaniyê Nemir li Encûmena Nûnerên Iraqê hat nasandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîskarekê Kurd romanek li ser jiyan û xebata Mela Mistefayê Barzanî bi zimanê Erebî weşand û îro li Encûmena Nûnerên Iraqê di merasîmekê de ji bo amadebûyîyan behsa wê kir.
Romannivîsê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Jan Dost îro (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got ku, wî berî çend mehan romana xwe ya "Şerên Dawiyê yên Generalî" li Beyrûta paytexta Libnanê da çapkirin û îro bi awayekî fermî li Encûmena Nûnerên Iraqê merasîma nasandinê jê re hat kirin û ji aliyê kesên amadebûyî ve gelek pêşwazî lê hat kirin.
Jan Dost herwesa got: “Naveroka vê romanê behsa xebata gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê dike, herwesa jiyan û xebata Mela Mistefayê Barzanî jî pareka wê ya serekî ye.”
Navbirî amaje jî da: “Ev roman ji rojên dawiyê yên Mela Mistefayê Barzanî li Nexweşxaneya Waşintonê dest pê dike û qonax bi qonax bi rêya bîranînên wî behsa xebata 100 salên borî dike û daxwaza gelê Kurd ji bo serxwebûnê û parastina mafên wan ên rewa vedigêre.”
Romannivîsê Kurd herwesa got ku, roman ji pirtûkên dîrokê zûtir digihîje nav xwendevanan, ji ber vê yekê wî pêdivî dîtiye ku bîranîn û bûyerên dîrokê bi awayê romanan vegêre.
Jan Dost eşkere jî kir ku, wî ew roman bi zimanê Erebî nivîsiye ji ber ku wî dixwest xebata gelê Kurd ji bo xwendevanên Ereb diyar bike, ji ber ku wî hîs dikir ku di vî warî de valahiyek heye û dixwest bigihîje hemî welatên Ereb û xwendevanên Ereb.”
Jan Dost nivîskarekê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ye. Ew li sala 1965ê li Kobaniyê hatiye ser dinyayê. Ew bi zimanên Kurdî (diyalekta Kurmancî) û Erebî dinivîse. Romanên wî girêdayî kesatiyên herî navdar ên Kurdan in, wekî Şêx Seîdê Pîran, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Qazî Mihemed, …