Nêçîrvan Barzanî: Xemxwera herî mezin a Kurdistanê PDK ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê PDKê amaje da ku, gelê Kurd bawernameya avedaniyê daye PDKê. Tekez jî kir ku, xemxwera herî mezin a Kurdistanê PDK ye.

Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, karnavaa piştgiriya lîsta 275ê ya PDKê îro (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) li parêzgeha Hewlêrê hat lidarxistin.

Cîgirê Serokê PDKê amaje da ku, gelê Kurd bawernameya avedaniyê daye PDKê. Tekez jî kir ku, xemxwera herî mezin a Kurdistanê PDK ye.

Herwesa got: “Tiştê ku PDK li Hewlêrê dike kêm nîne, ji bo hemî endam û alîgirên xelkê Herêma Kurdistanê serbilindî ye. Em mizgîniyê didin xelkê Hewlêrê û tevahiya Kurdistanê ku, ew avedaniya ku hatiye kirin li gorî tiştên ku PDK li paşerojê ji bo Herêma Kurdistanê dike her çi nîne."

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di pareke din a gotara xwe de tekez kir ku, ew aramî, ewlehî û pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye, çavkaniya wê hizir, raman û serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.”

Di derheqa girîngiya pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de jî eşkere kir: “Çareserkirina pirsgirêkan û pêvajoya siyasî li Iraqê bi rêya sindoqên dengdanê tê kirin, ji ber vê yekê jî di roja dengdanê de divê em biçin ser sindoqan û lîsta 275ê bi ser bixin.”

Nêçîrvan Barzanî peyamek pêşkêşî dengdêrên PDKê kir û got: “Dema ku hûn diçin dengdanê, ji her kesî re bibêjin ku nasnameya PDKê Kurdistanî ye û xebata wê jî avedanî ye. Rêbaza wê partiyê jî aştî û pêkvejiyan e.”

Tekez jî kir: “Divê neyê jibîrkirin ku, PDK garantiya destkeftiyên gelê Kurdistanê li Bexdayê ye. Ger PDK li Bexdayê bihêz be, Kurdistan dê li wî bajarî bihêz be.”

Nêçîrvan Barzanî bang li hemî partiyên Kurdistanî kir: “Hûn hemî li Bexdayê yekrêz û yekhelwest bin, da ku mafên welatiyên Herêma Kurdistanê bi dest bixin.”

Kampanyaya hilbijartinan li roja Înê (3ê Cotmeha 2025ê) saet 12:00ê şevê hat destpêkirin. Herwesa kampanyaya hilbijartinên gera şeşê ya Enccûmena Nûnerên Iraqê dê li sibeha roja Şemiyê (8ê Mijdara 2025ê) bi dawî bibe.

Li gorî wê dema ku ji hêla Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hatiye destnîşankirin, hilbjartinên gera şeşê ya Encûmena nûnerên Iraqê dê li roja 11ê Mijdara îsal bên kirin, ku 31 hevpeymanî, 38 partiyên siyasî û 79 namzetên serbixwe li ser 329 kursiyan pêşbaziyê dikin.

 
 
Fly Erbil Advertisment