Nêçîrvan Barzanî: Her cihê PDK lê be, avedanî Iê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê PDKê amaje da ku, partiya wî xwediya serbilindiya herî mezin a dîroka hevçerx a Kurdistanê ye û divê wesa bimîne jî. Tekez jî kir: " Her cihê PDK lê be, avedanî Iê ye.”
Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, karnavaa piştgiriya lîsta 275ê ya PDKê îro (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) li parêzgeha Hewlêrê hat lidarxistin.
Cîgirê Serokê PDKê di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de spasiya kesên amadebûyî kir û bixêrhatina wan kir. Wî di derheqa destûra Iraqê de got: “Piraniya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji ber bicihneanîna destûrê ne.”
Tekez jî kir: “Divê destûr di vê qonaxê de li Iraqê bê bicihanîn. Herwesa ji bo bicîhanîna destûrê û çespandina mafên Kurdan di wê de, divê Kurd bi awayekê bihêz li Bexdayê bin.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa ji kesên amadebûyî re got: "Ez spasiya we hemiyan dikim. We PDK gihand 800 hezar dengan, lê vê carê daxwaza me ew e ku em PDKê bigihînin yek milyon dengan."
Cîgirê Serokê PDKê behsa Serok Barzanî jî kir û got: “Serok Barzanî em fêr kirine ku, PDK alav e û Kurdistan armanca me hemiyan e.”
Herwesa got: “Ji bo ku Kurdistaneka bihêz hebe û daxwazên gelê Kurd bên bicihanîn, divê em PDKê gelek bi hêz bişînin Encûmena Nûnerên Iraqê.”
Nêçîrvan Barzanî di derheqa PDKê de amaje jî da: “PDK xwediya serbilindiya herî mezin a dîroka hevçerx a Kurdistanê ye û divê wesa bimîne jî. Her cihê ku PDK lê be, avedanî Ii wê derê ye.”