Bersiva tund a Sakik: Necamêr ew in yên ku gundên Kurdan şewitandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi nêzîkbûna dawiya karê Komîsyona Pêvajoya Aştiyê re, alozî û şerê devkî di navbera ÎYÎ Partî û DEM Partiyê de li Parlamentoya Tirkiyê gur dibe. Piştî ku Serokê ÎYÎ Partiyê Musawat Derwîşoglu bi gotinên tund êrîşî DEM Partiyê kir, Parlementerê DEM Partiyê Sirî Sakik bi awayekî tund bersiv da û ragihand ku 'necamêriya' rastîn ne xwestina aştiyê, belkî înkarkirina nasname û mafên gelê Kurd e.
ÎYÎ Partî ku beşdarî Komîsyona Pêvajoya Aştiyê nebûye û bi eşkere dijayetiyê dike, di demên dawî de dijayetiya xwe gihandiye asta bêrêzî û dijûnan. Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musawat Derwîşoglu, DEM Partî wek "baskê siyasî yê rêxistina terorê" bi nav kir û gotinên giran bikar anîn.
Serokê ÎYÎ Partiyê Musawat Derwîşoglu: "Dibêjin em ji bo aştî û ji bo vî miletî kar dikin. Ew beşa siyasî ya rêxistina terorê ne. Herî kêm bi qasî wan necamêr in. Rêberê wan kujer, berdevkê wan bêhiş, gotinên wan xiyanet e. Cihê wan Qendîl, arasteya wan Îmralî ye"
Li hemberî van gotinan, Parlementerê DEM Partiyê Sirî Sakik di rûniştina parlamentoyê de bersiveke tund da û pênaseya "necamêriyê" ji nû ve kir. Sakik diyar kir ku necamêriya rastîn înkarkirina nasnameya Kurdan, kuştina wan û wêrankirina gund û bajarên wan e.
Sirî Sakik got: "Necamêr, ew kes in ku tevî Kurdan welat rizgar kirin û pişt re Kurd înkar kirin. Ew in yên ku zimanê gelekî qedexe kirin û dest danîn ser mafên gel. Ew in yên ku bi deh hezaran Kurd bê dad û dadgeh kuştin û yên ku li hemberî vê dengê xwe nekirin ji camêriyê dûr in. Ew in yên ku 3500 gundên Kurdan şewitandin û dibêjin bila bihostek axa Kurdan nebe. Yên ku berdewamiya şer û mirinê dixwazin ne mirov in."
Ji aliyekî din ve, di nava Komîsyona Aştiyê de jî nîqaşên germ rû dan. Berpirsa destpêşxeriya jinan a "Pêwîstiya min bi aştî heye" Ferîde Eralp, kiryarên hêzên taybet ên di salên 2015-2016an de li Cizîr, Şirnex û Nisêbînê, bi kiryarên Artêşa Îsraîlê yên li Xezzeyê re dan ber hev. Li hemberî vê yekê, Serokê Parlamentoya Tirkiyê got ku "bi bîranîna birînên kevn, rêya aştiyê pêş nakeve."