Pismamekê Beşar Esed li Laziqiyê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Sûriyeyê pismamekê Beşar Esed û hejmareka endamên bandeka tawanbarên li gundên parêzgeha Laziqiyê girtin.
Ajansa Sanayê ya Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê îro (Pêncşem, 16ê Cotmeha 2025ê) ji aliyê Çavkaniyeka Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Sûriyeyê ve ragihand ku, Hêzên Ewlekariya Navxweyî tawanbar Nemîr Esed, ku pismamê Beşar Esed e, û hejmareka endamên bandeka tawankarî li gundên Laziqiyê girtin.
Wê çavkaniyê ron jî kir ku, Nemîr Esed wekî yek ji bazirganên madeyên hişber ên herî navdar tê hesibandin û di dema rejîma Beşar Esed de tevlî gelek tawanan bûye. Amaje jî da ku, ew operasyon ji hêla hêzeka taybet a Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî ve hatiye kirin, bi rêya kemîneyeka plankirî ku di encamê de pismamê Esed hat girtin.
Çavkaniya navbirî tekez jî kir ku, ev pêngav di çarçoveya şopandina bermahiyên rejîma berê û şerê li dijî tawanan e, ji bo bidestxistina dadperweriyê.
Hêzên Opozîsyonê li roja 8ê Pêşçileya 2024ê destê xwe dana ser Şamê û rejîma Beşar Esed hilweşiya. Esed û malbata xwe jî reviyan Moskoyê û heta niha jî li wê derê dijîn.