Mesrûr Barzanî biryarek di berjewendiya qezaya Pişderê de da

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, parek ji dahata Deriyê Kêlê ji bo projeyên neqediyayî yên qezaya Pişderê tê bikaranîn.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi nivîsara hejmar 12909 duhî (15ê Cotmeha 2025ê) bi nivîsarekê daxwazeka Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê pejirand.
Di nivîsara Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de hatiye ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî terxankirina 20% ya dahata Deriyê Kêlê bi awayê kaş ji bo temamkirina projeyên berdewam û rawestandî yên qezaya Pişderê li Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê pejirand.
