SOHR: Li Serê Kaniyê ciwanek bi guleyên Cendirmeyên Tirk hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Serê Kaniyê ciwanekî Sûrî yê ku hewl dida bi awayekî "qaçax" derbasî Tirkiyeyê bibe, bi guleyên cendirmeyên Tirk (Jandarma) hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR), ciwanê ku canê xwe jidest daye, xelkê bajarokê Xeranîc ê gundewarê rojhilatê Dêrezorê ye. Qaçaxçiyên ser bi koma "Ceyş el-Îslam" (Artêşa Îslamê) ya di nav Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de, piştî ku ew ciwan li nêzîkî sînor hiştine, rasterast bûye armanca guleyan.

Rewangehê herwiha da zanîn, di 5'ê vê mehê de jî cendirmeyên Tirk li nêzîkî gundê Silûk ê rojavayê Girê Spî êrîşî şeş ciwanan kiribûn ku hewl didan derbasî Tirkiyeyê bibin. Li gorî çavkaniyan, têkilî bi du ciwanan re qut bûye, lê çarên din rastî îşkenceyê hatine, pere û telefonên wan ji wan hatine standin û piştre ew hatine dersînorkirin.

 
Fly Erbil Advertisment