Iraqê heta niha berpirsên êrîşên li ser zeviyên petrolê yên Kurdistanê aşkere nekirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Di sê mehên dawî de, çendîn êrîşên bi dronan li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatin pêkanîn, lê hikûmeta federal a Iraqê heta niha nasnameya kiryarên van êrîşan eşkere nekiriye.
Li gorî çavdêran, bêdengiya hikûmeta federal ji ber serdestiya komên çekdar e, ku ev yek jî metirsiyên li ser ewlehî û aramiya herêmê di pêşerojê de zêde dike.
Derbarê vê mijarê de, şîrovekarê serbazî Ehmed Amêdî ji K24ê re ragihand: "Em dizanin sê alî li pişt van êrîşan in, heta li ser dronên ku ketine xwarê jî nîşan hebûn û diyar e ku Nuceba, Hizbullah û Qeys Xezelî li pişt wan in. Heta Qasim Arecî got çar alî ne ku êrîşî Herêmê dikin. Çima navê wan nabêjin?" Herwiha da zanîn jî: "Heşda Şeibî serdest e û sedî 90 desthilata wê bi ser hikûmeta federal de heye."
Ji aliyê xwe ve, namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Dihokê Îbrahîm Elî got: "Em ê biçin Bexdayê û bi rêya yasayên navdewletî, dadgehên navdewletî, hevpeymanên Kurdistanê, Amerîka û welatên Rojava bibêjin ku nayê qebûlkirin ku ev êrîş berdewam bin dema ku em beşek ji Iraqê ne û hikûmet jî bibêje em nizanin êrîşkar kî ne."
Êrîşên bi dronan piştî sala 2022'an zêde bûne û ne tenê zeviyên petrol û gazê, lê binesaziya giştî û stasyonên veguhestina petrolê jî kirine armanc.
Di 14'ê Tîrmeha 2025'an de, bi du dronên bombekirî êrîş li ser zeviya petrolê ya Xurmelê li Hewlêrê hat kirin, ku li gor Wezareta Samanên Siruştî ti ziyanên canî nebûn.
Roja piştî wê, di 15'ê Tîrmehê de, bi dronekê êrîş li ser zeviya petrolê ya Sersingê li Amêdiyê hat kirin, ku bû sedem ku kompanyaya Amerîkî HKN karê xwe rawestîne.
Di 16'ê Tîrmehê de jî, sê êrîşên din li ser sê zeviyên petrolê li Zaxo û Dihokê hatin pêkanîn.
Li hember van êrîşan, Şaneya Ewlehiyê ya Iraqê di 14'ê Tîrmehê de derbarê êrîşa Xurmelê de ragihandibû ku "ew hemahengiyê li gel hêzên ewlehiyê û îstixbaratê yên li Herêma Kurdistanê dikin ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên vê destdirêjiyê." Lê heta niha ti encameke fermî nehatiye eşkerekirin.
