Mesrûr Barzanî: Kerkûk dilê Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 25ê Cotmehê ahenga bangeşeya hilbijartinê ya Lîsteya 275'an a ji bo namzetên Kerkûk û Bexdayê li Hewlêrê birêve çû.
Di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî got: "Ez pêşwaziyeke germ li xelkê Kerkûka têkoşer û dilê Kurdistanê dikim. Spas ji bo xweragiriya we, spas ji bo bîhnfirehiya we û spas ji we re ku tevî hemû zilm û stemkariya ku li we hatiye kirin, hîn jî xwîna we zer e û dilê we ji bo Kurdistanê lê dide."
Mesrûr Barzanî herwiha got: "Pêwîst e xelkê Kerkûkê rastiyan bizane û bizane ku ewên di dîrokê de xwe kirine qurbanî, PDK û zarokên PDKê bûne. Divê hûn rê bidin PDKê ku em bên xizmeta we bikin. Ew tiştê ku heta niha li Kerkûkê hatiye kirin, ew tiştê ku li deverên nakokî li ser li hember hemû pêkhateyan hatiye kirin, stemeke mezin e û em êdî qebûl nakin."
Cîgirê Serokê PDK'ê herwiha tekezî li ser armanca namzetên PDKê kir û ragihand: "Namzetên PDKê diçin Bexdayê da ku berevaniyê li mafên hemû xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê bikin, naçin ji bo ku berevaniyê li berjewendiyên şexsî bikin."
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de piştgiriya xwe ji bo daxuyaniya Cîgirê din ê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî, ya ji bo bidestxistina yek milyon dengî nîşan da û got: "Bêguman, wek birayê min ê ezîz Nêçîrvan Barzanî got, em dikarin di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Iraqê de yek milyon dengî bidest bixin."
Herwiha rexne li astengkirina projeyan girt û got: "Rêgirtina li ber serkeftina projeyan ne destkeftî ye, rêgirtina li ber pêkanîna hikûmetê ne destkeftî ye ku mirov şanaziyê pê bike. Şanazî bi wê yekê tê kirin ku tu dilsozê xelkê xwe bî û amade bî xwe ji bo wan bikî qurbanî."
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî bang li xelkê Kerkûkê kir û got: "Dengê xwe bidin me û baweriya xwe bi me bînin, da ku em wek hemû bajarên din ên Kurdistanê we pêş bixin. Guneh e bajarekî wek Kerkûkê ku ewqas şehîd daye û li ser deryaya petrolê ye, hîn jî kehrebeya 24 saetî û xizmetguzariyên wê yên sereke nebin."
Mesrûr Barzanî soza pêkvejiyanê da û got: "Ez dikarim wê yekê ji we re bêjim; eger Kerkûk di destê PDKê de be, dê li ser asta tevahiya cîhanê bibe mînaka pêkvejiyanê. We hemû kesên din ceribandine; li şûna ku xizmeta we bikin, wan hûn ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Rê bidin PDKê ku xwe bike qurbana we û xizmeta we bike."
