PDK li ser bûyerên Pirdê: Divê pirsgirêk bi yasayê were çareserkirin, ne bi tundiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî li bajarokê Pirdê yê ser bi Kerkûkê ve, di navbera alîgirên Bereya Tirkmenî û welatiyên Kurd de alozî û rageşî derket. Li ser vê bûyerê, Mekteba Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir.
Li gor agahiyên ku ji çend şahidên bûyerê hatine wergirtin, alîgirên Bereya Tirkmenî çûne nav taxên Kurdan ên li Pirdê, alayên xwe bilind kirine û heqaret li welatiyên Kurd kirine, ku ev yek bûye sedema derketina aloziyê.
Di daxuyaniya xwe de, Mekteba PDK'ê eşkere kir, di dema bûyerê de wan yekser pêwendî bi aliyên pêwendîdar re kiriye da ku rewşê kontrol bikin û canê welatiyan biparêzin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Me hevalên xwe agahdar kirin ku xwe ragirin û ti bertekeke tund nîşan nedin û her tişt bi rêya yasayê were çareserkirin."
PDK'ê herwiha da zanîn ku ew ji bo aramkirina rewşê li gel aliyên siyasî li ser xetê bûne û bi taybetî li gel Serokê Bereya Tirkmenî Mihemed Senan hemfikir bûne ku divê rewş were aramkirin û pirsgirêk bi serweriya yasayê were çareserkirin.
Di daxuyaniyê de bang li aliyên pêwendîdar hat kirin ku "rêkarên yasayî bigirin ber xwe, da ku rê li ber dûbarebûna van aloziyan were girtin."
Di dawiya daxuyaniyê de, PDK'ê welatî piştrast kirin ku ev kiryar dê bandorê li ser rewşa hilbijartinan nekin û hilbijartin dê di dema xwe de birêve biçe. Herwiha bang hat kirin ku "ruhê biratî û pêkvejiyanê were parastin û bangeşeya hilbijartinê bi awayekî aram û dûrî zimanê tund û tundûtûjiyê birêve biçe."
