Mesrûr Barzanî: Nabe tu buhosteka axa Kurdistanê li bin destê dagirkeran bimîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, ahenga bangeşeya hilbijartinan a Lîsta 275ê ya PDKê îro ji bo kandîdên Kerkûk û Bexdayê li Hewlêrê hat kirin.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 25ê Cotmeha 2025ê) di merasîma bangeşeya hilbijartinan a lîsta 275ê ya PDKê ya girêdayî herdu nivîsîngehên rêxistinê yên Bexda û Kerkûkê yên PDKê de li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ji xelkê Kerkûkê re got: "Divê hûn hemî piştgiriyê bidin PDKê da ku PDK li Kerkûkê herî zêde dengan bi dest bixe. Divê hemî deverên veqetandî vegerin hembêza welatî. Divê Mexmûr, Zumar, Şingal û Xaneqîn vegerînin. Nabe tu buhosteka vê axê li bin destê dagirkeran bimîne."
Cîgirê Serokê PDKê amaje jî da: “PDK ne tenê berevaniyê ji Kurdan dike, lê herwesa berevaniyê ji Ereb, Tirkmen û hemî pêkhateyên din ên Iraqê jî dike.” Herwesa got: "Divê rêya birêvebirinê li Bexdayê bê sererastkirin û mafên hemî pêkhateyên Iraqê bi wekhevî bên dabînkirin."
Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: “Mixabin, em dibînin ku şert û mercên jiyana xelkê bajarên Iraqê pir dijwar in. Li Bexdayê wekî pêdivî dahat û çavkaniyên xwezayî nehatine birêvebirin û xizmet bi wekhevî ji welatiyan re nehatine pêşkêşkirin.”
