DEM Partî: Qonaxa duyemîn ji aliyê desthilatê ve avêtina gavên hiqûqî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî biryara PKKê ya vekişîna hêzên xwe ji Tirkiyeyê êdî hemû çav li hikumeta Tirkiyeyê ne ku dê warê proseyê de çi gavên hiqûqî biavêje ku PKKê jî tekezî li ser avêtina hiqûqî kir. Hevserokên DEM Partiyê jî li Enqerê bang li desthilatê û mixalefetê kirin ku destên xwe bixe bin kevir û ku qonaxa duyemîn avêtina gavên hiqûqî ye. Herwiha hate tekez kirin ku gava ku hatiye avêtin ji bo demokratîkbûna komara Tirkiye fersendek e.
Piştî demeke dirêj gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) carek din bo hewlên aştiyekê daketin deştê, derketin pêşberî kamerayan û ragihandin ku ji bo “pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bigihînin qonaxa duyemîn, “hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin”. Niha jî êdî hemû çav li hikumeta Tirkiyeyê ne ku dê çi gavên yaseyî û hiqûqî biavêje. Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jî li Enqerê dan zanîn ku qonaxa duyemîn a proseyê gavên hiqûqî ne ku gavên bên avêtin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê fersendeke û divê ev prose ji dest neçe
Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê û endamê Komisyonê Saruhan Oluç ji K24ê re got: “Komisyon hat dawiya xebatên xwe yê guhdariyê ku piştî guhdariya Wezîrên hikumeta Tirkiyeyê û serokê MÎTê dê dest bi amadekirina raportan bê kirin. Partî jî raport û pêşniyarên xwe amade dikin. Lê lazim e, di warê pêşniyazên yaseyî ku dê pêşkêşî parlamentoyê bên kirin de lihevkirinek bibe ku yase bilez derkevin. Weke hin sererastkinên yaseyî ku em wan weke yaseyên hiqûqa veguhêz û entegrasyona demokratik bi nav dikin. Hevdîtina bi serokkomar re jî bêguman girîng e. Hêviya me jî ew e ku piştî hevdîtinê ji bo bilezbûna proseyê rewşek dê derkeve holê.”
Hevserokên DEM Partiyê tekez kirin ku, divê pêvajo bi qanûn, maf û azadiyan pêş bikeve. Divê zimanê siyaset û demokrasiyê were xurtkirin. Divê hiqûq bingeha aştiyê be û dad jî bingeha pêşerojê be. Lazim e rê bê vekirin û derfet bo rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê peyda kirin ku înisiyatifek mezintir bigire û rolek çalaktir di proseyê de bilîze.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan dibêje: “Kêmasiya herî mezin ew e ku divê komisyon bi birêz Ocalan re bicive. ku aktorê sereke yê proseyê ye. Divê komisyon pêşniyarên wî derbarê Entegrasyona Demokratîk, Yaseyên Heyama Veguhêz û Yaseyên Aştiyê de wergire û pêşniyazên xwe amade bike. Mewzûata Tirkiyeyê gelekî tevlîhev e û pêdivî bi xebatên teknîkî heye. Dikarin bi guherînên qanûna înfazê dest pê bikin û serarastkirinên taybet bo rêxistinên ku xwe hilweşandine bên kirin. Divê Tirkiye êdî ji Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê jî xilas bibe, çimkî ev qanûn bo PKKê anîbûn. Niha PKKê nîne û hewcedariya bi vê qanûnê jî nîne.
Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê 30ê Cotmehê mazuvaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bike ku dê derbarês avêtina gavên yaseyî de gotûbej bên kirin. Di heman rojê de dê şandeya Îmraliyê ligel serokkomarê Tirkiyeyê bicive ku tê payîn piştî vê hevdîtinê geşedanên di warê proseyê de jî bileztir bibin.
