Elektrîka herdu Rêveberiyên Serbixwe yên Zaxo û Soranê bû 24 saetî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêştir mizgînî dabû xelkê Soran û Raperînê ku elektrîka wan di vê heftiyê de dibe 24 saetî, herwesa elektrîka tevaya Kurdistanê jî heta dawiya îsal dibe 24 saetî.

Elektrîka herdu Rêveberiyên Serbixwe yên Zaxo û Soranê îro (Pêncşem, 30ê Cotmeha 2025ê) di çarçoveya projeya Ronakiyê de bû 24 saetî.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî li roja 27ê Cotmeha 2025ê li Soranê tevlî karnavala bangeşeya hilbijartinan ji bo lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û tê de gotarek pêşkêş kir.

Cîgirê Serokê PDKê di wê gotarê de gotibû: “Tiştê ku cihê kêfxweşiyeka mezin e, ez dixwazim li vê derê behsa tiştekî din jî bikim, li Îdareya Serbixwe ya Raperînê jî, bila ji bo wan xûşk û birayan jî wekî mizgîniyekê be, ew jî dê di demeka nêzîk de bibin xwediyê elektrîka 24-saetî.”

Mesrûr Barzanî ron jî kir: “Me xwestiye ku destê avedaniyê bigihîje hemî deverên Kurdistanê, me xwestiye ku bê cudahî hemî Kurdistan feydeyî ji wan projeyên xizmetkariyê werbigire yên ku PDK bi cih tîne, lê pêdivîtiya me bi piştgiriya xelkê heye. Li van deverên ku xelkî piştgiriya PDKê kiriye, berhem jî diyar in. Em daxwaz dikin ku tevahiya Kurdistanê piştgiriya PDKê bike, da ku berhemê destê PDKê li tevahiya Kurdistanê xuya bibe.”

Herwesa ragihand: “Ez dixwazim vê mizgîniyê bidim xelkê navenda bajarê Soranê; roja Pêncşemê ya vê heftiyê projeya Ronakiyê bi awayekê fermî li navenda bajarê Soranê dikeve kar û hûn hemî dê bibin xwediyên elektrîka 24 saetî.”

Mesrûr Barzanî herwesa ragihandibû: “Bernameya me ew e ku sala bê tevahiya Kurdistanê bibe xwediya elektrîka 24 saetî. Ev pirsgirêkek bû ku 30 sal in Iraq pê dinalî, lê vê carê me karî vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Tekez jî kir: “Me berê soza xizmetkirina we û pêkanîna projeyan dabû we. Şoreşa avadaniyê ya PDKê dest pê kiriye. Kabîneyên li pey hev ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku PDKê serpereştiya wan kiriye, kevirê bingehîn ê avadaniya Kurdistanê daniye û em roj bi roj projeyên zêdetir ji bo we çêdikin. Ev erk e, ne minet e. Her tiştê em dikin em weke erkê xwe dizanin û em şanaziyê bi xizmetkirina we dikin.”

 
Fly Erbil Advertisment