Serok Barzanî: Em ji bilî Xudê xwe bo kesê naçemînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro (Pêncşem, 30ê Cotmeha 2025ê) li bajarê Dihokê bi hejmareka mezin a dayik û malbatên şehîd, Pêşmerge û jinên têkoşer ên parêzgeha Dihokê re civiya.

Serok Barzanî di wê civînê de gotarek pêşkêş kir û rêz û hurmetên xwe ji malbatên şehîdan re anîn ziman û got: "Ji bilî Xudê, em xwe ji tu kesî re naçemînin. Tenê ji bo dayikên şehîdan û malbatên wan, em deh caran xwe diçemînin."

Serok Barzanî li ser rola jinan di tevahiya dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdan de axivî û ragihand: “Rola jinan di şoreşan de roleka bibandor e.” Herwesa got: "Ji Şoreşa Îlonê heta îro, jin bav, dayik, mamosta û cotkar bûne.”

Serok Barzanî di vî warî de mînakên hejmareka jinên xweragir û qehreman jî anîn bîra jinên amadebûyî û ragihand: “Ew têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurd û rol û azatiya jinên Kurd emanetekê mezin e li ser milên me, ji ber vê yekê ez li ser dayikên şehîdan û kesûkarên şehîdan çi bibêjim kêm e.”

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa reformên serdema Şêx Ebdilselam Barzanî kir û eşkere kir: “Îro em di sedsala 21ê de ne, dibe ku hîn jî mafên jinan wekî pêdivî nehatibin dabînkirin, lê divê jin têkoşîna xwe bidomînin û piştrast bibin ku ez jî dê bi hemî awayan pişgiriyê bidim we.”

Serok Barzanî di pareka din a axaftina xwe de bal kişand ser xetera planên niha yên li dijî Herêma Kurdistanê û ragihand: “Plan û dijminatiya niha ya li bernaberî neteweya me ji ya berê pir xetertir û mezintir e. Ew niha dixwazin bi rengekê bernamekirî gelê me û ciwanên me tûşî madeyên hişber bibin. Ev xetera herî mezin e, ew dixwazin xelkê me tûşî bêhêvîbûnê bikin û çi hez û viyan ji bo welatî nemîne.”

Serok Barzanî di vî warî de ji kesên amadebûyî re ragihand: "Erkê mezin li ser milên we ye, bila her jinek zarokên xwe li mala xwe tê bigihîne ka planeka xeter li dijî me heye. Ger ciwanên me bawerî bi xwe nema, me tu dozek namîne."

Serok Barzanî herwesa behsa neşandina mûçeyên gelê Kurdistanê jî kir û ragihand: “Neşandina mûçeyên gelê Kurdistanê mijareka siyasî ye û wan ew wekî kartek bi kar anî, da ku Herêma Kurdistanê hilweşînin. Ev jî bi rêya xelkekê navxweyî bû, ku rê li ber Bexdayê vekir û ev siyaset jî ji Enfal û êrîşên kîmyayî kêmtir nîne.”

Serok Barzanî tekez jî kir ku, divê zarokên niha û paşerojê bên perwerdekirin, da ku xwe ji kitekesên tu civakeka din kêmtir nebînin û divê nifşên me jî bi awayekî bên perwerdekirin ku di asteka bilind a hişyariyê de bin.

Serok Barzanî herwesa behsa pêdivîtiya dîrokî ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di demekê de kir ku Kurd di bêhêvîtiyê de bûn, lê bi damezrandina PDKê re, hêvî ji bo gelê Kurdistanê vegeriya û berpirsyariya mezin di stûyê PDKê de ye û PDK ji berpirsyariyê nareve û hedarê li ser wê dikêşe.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment