Bakirhan: Hinceta çekan nemaye, divê maf bi zagonan bên misogerkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Qersê axivî û bang li dewletê kir ku êdî hinceta şer nemaye û divê bi ‘zagonên veguhêz’ maf û azadî bi awayekî yasayî bên misogerkirin.
Bakirhan îro 30î Cotmehê di ‘Hevdîtina Gel û Baweriyan’ de axivî, ku nûnerên gelek gel û baweriyên cuda beşdar bûn. Bakirhan çanda pêkvejiyanê ya li Qersê weke mînakek ji bo Tirkiyeyê nîşan da û got, “Daxwaza me komareke demokratîk e ku hemû nasnameyan hembêz bike û em di hiqûqa dewletê de wekheviyê dixwazin.”
Derbarê vekişîna hêzên çekdar a li ser banga Abdullah Ocalan de, Bakirhan got: “Madem pirsgirêka çekan ji holê radibe, erkê dewletê ye ku sepanên nîjadperest û dij-demokratîk rake.”
Herwiha da zanîn jî, êdî hinceta nîjadperestan nemaye û got: “Divê hiqûqeke misoger were avakirin, da ku sibe kesek nikaribe li gorî serê xwe biguherîne. Têkoşîna me ji bo vê ye.”
