Rewangeha Sûriyeyî: DAIŞê li Dêrazor û Reqeyê 16 êrîş kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragihand ku, DAIŞê di vê mehê de li Dêrazor û Reqeyê 16 êrîş kirine û hejmareka karmendên leşkerî û sivîl tê de hatine kuştin.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Pêncşem, 30ê Cotmeha 2025ê) di raportekê de got: “DAIŞê di vê mehê de 16 êrîş li parêzgehên Dêrazor û Reqeyê kirine.”
Rewangeha navbirî amaje jî da: “Ew êrîş cuda cuda bûn, wekî 'teqîn, danana kemîneyan û terorkirin’. Ev jî eşkere dike ku, ew rêxistin bi tevahî nehatiye hilweşandin û hîn jî maye, herwesa hind e ku ji bo tenahiya deverê bibe gefeka berdewam.”
Li gorî wê raporta Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, DAIŞê sê êrîş li Reqeyê û 13 êrîş jî li Dêrazorê kirine, ku tê de çar kes hatine kuştin. Di nav wan çar kuştiyan e de jî, du sivîl û çekdarekê HSDê hebûne, herwesa 13 çekdarên din ên HSDê jî birîndar bûne.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amaje jî da ku, DAIŞê hin deverên gundewarî, xasma jî yên ku valahiya ewlehiyê lê heye, ji bo livînên xwe bi kar anîne.
