Dîplomat û kesayetiyên Amerîkayê: Em hêvîdar in ragihandina dewleta Kurdistanê ji K24ê bibihîzin
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya 10emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, hejmarek dîplomat, kesayetî û şîrovekarên siyasî yên Amerîkî pîrozbahî li kanalê kirin. Wan tekezî li ser girîngiya hebûna medyayeke wekî Kurdistan24ê li Washingtonê kir û destnîşan kirin ku ew "dengekî pêwîst" digihîne û ji bo nûnertiya civaka Kurdistanê roleke jiyanî dilîze.
Kesayetiyên Amerîkî diyar kirin ku hebûna Kurdistan24ê ji bo nûnertîkirina civaka Kurdistanê li paytexta Amerîka û li seranserê welêt xwedî girîngiyeke taybet e.
Rêveberê Cîbicîkar ê Enstîtuya Marshall Legacy Alex Becker got: "Kurdistan24 ji bo nûnertiya civaka Kurd li Washingtonê û li seranserê Amerîkayê xwedî girîngiyeke taybet e. Pêwîst e deng werin bihîstin û gelek çîrokên girîng hene ku divê werin vegotin. Bûyerên pir girîng li Kurdistanê diqewimin û ez pîrozbahiyê li Kurdistan24ê dikim ku di rêza pêşîn a van dengan de ye."
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Ukraynayê, Keith Kellogg wiha axivî: "Ez pîrozbahiyê li Kurdistan24ê dikim bi boneya 10emîn salvegera damezrandina wê. Hebûna Kurdistan24ê li Washingtonê ji bo gihandina wî dengê ku divê were bihîstin, gelekî girîng e."
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Trîfa Ezîz rola kanalê bilind nirxand û got: "Kurdistan24 di veguhestina nûçe û zanyariyên hûr û kûr de ji bo welatiyên Kurdistanê roleke girîng dilîze. Em weke Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê, her dem rola Kurdistan24 bilind dinirxînin."
Herwiha, Seroka Enstîtuya Gold ji bo Stratejiya Navneteweyî Nelly Gold amaje bi girîngiya stratejîk a kanalê kir û wiha got: "Hebûna medyayeke pêbawer li Washingtonê ku weşana wê ji Kurdistanê be û bûyerên Washingtonê veguhezîne, ji bo hikûmetê, bi taybetî li Kurdistanê, gelekî girîng e da ku karibe pêwendiyê bi Washington, Amerîka bi giştî û hevpeymanên xwe yên rojavayî re deyne."
Parêzerê Amerîkayê Joe Reeder jî hestên xwe wiha anî ziman: "Min demekî dirêj li Kurdistanê derbas kiriye û ez heyranekî baş ê Kurdistanê û Kurdistan24ê me. 10 saliya we pîroz be. Hebûna Kurdistan24ê li Washingtonê hem ji bo we hem jî ji bo me pir girîng e, herwiha ji bo naskirina Kurdan li Amerîkayê roleke sereke dilîze. Em bi riya we Kurdan bêtir nas dikin û em bi hebûna we li Washingtonê kêfxweş in."
Di dawiyê de, Şîrovekarê Jeostratejîk Peter Huessy hêviyên xwe parve kirin: "Ez pir kêfxweş im ku dibihîzim we 10 salên weşana xwe temam kirine. Hêvîdar im hûn 20-30 salên din jî berdewam bin û em ragihandina dewleta Kurdistanê jî ji we bibihîzin."
