Li Dêrezorê operasyona hevbeş: Endamên DAIŞê hatin girtin û kuştin
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, di operasyoneke ewlehiyê de li gundewarê rojhilatê Dêrezorê, pênc gumanbarên endamtiya şaneyên DAIŞê desteser kirin. Operasyon di demekê de tê ku êrîşên şaneyên DAIŞê li herêmê zêde bûne.
Çavkaniyeke leşkerî ji Dêrezorê ragihand, hêzên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî, bi piştevaniya asmanî ya dronan û helîkopteran, operasyonek li taxên Sema'e, Hiwêş û Faris ên bajarokê Giranîcê li dar xist.
Li gorî heman çavkaniyê, di dema operasyonê de li taxa Hiwêş du kesên ku dihatin xwestin hewl dan birevin; di encamê de yek ji wan hat kuştin û yê din jî birîndar bû. Li taxên din jî çar kesên din ên gumanbar hatin girtin. Herwiha hêzên operasyonê dest danîn ser çek û cebilxaneya wan kesan.
Ji destpêka vê mehê ve, êrîşên şaneyên rêxistina DAIŞê bi awayekî berbiçav li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Hat ragihandin ku tenê di vê mehê de rêxistinê 16 êrîş pêk anîne, ku di encama wan de welatiyên sivîl û leşker bûne qurbanî.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, rêxistina terorîst a DAIŞê di meha Cotmehê de êrîşên xwe li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de zêde kirine.
SOHRê eşkere kir, ev êrîş nîşana berdewamiya çalakiyên şaneyan û şiyana wan a ji nû ve birêxistinkirinê û sûdwergirtina ji valahiyên ewlehiyê ne.
Herwiha destnîşan kir jî, şêwazên êrîşan curbecur in, weke teqîn, kemîn û kiryarên kuştinê. Ev yek nîşan dide ku rêxistin bi temamî nehatiye têkbirin, belkî cihê xwe diguherîne da ku weke hêzeke gefxwar li ser qadê bimîne.
