Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Kurdistan24ê dike
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 10emîn salvegera destpêkirina weşana Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de rola Kurdistan24ê di dema şerê dijî DAIŞê de bilind nirxand û weke "çavkaniyeke pêbawer û rastgo" bi nav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li rêveberiya giştî û hemû karmendên Kurdistan24ê kir û hêviya serkeftina wan a berdewam xwest.
Ev li jêr teksta peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye:
Bi boneya dehemîn salvegera destpêkirina weşana Kanala Kurdistan24ê, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftin û pêşketina we ya berdewam dixwazim.
Deh sal berê, di rewşeke sext û dijwar de ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî êrîş û êrîşên terorîstên DAIŞê bûbû, Kurdistan24 weke kanaleke medyayî ya niştimanî û Kurdistanî dest bi weşanê kir. We qehremanî û dastanên Pêşmergeyê Kurdistanê di bin rêbertiya cenabê Serok Barzanî de li hember terorîstan, ji bo tevahiya cîhanê vediguhast û bibû çavkaniyeke pêbawer û rastgo ya ragihandinê.
Ez hêvîdar im ku Kurdistan24 li ser erka xwe ya pîşeyî û Kurdistanî, parastina dozên niştimanî, mafên xelkê Kurdistanê û parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê berdewam be. Herwiha weke kanaleke giranbiha, berpirsyar û pêşeng, baştirîn xizmetguzariya medyayî pêşkêşî bîner û guhdarên xwe bike.
Salvegera destpêkirina weşana Kurdistan24ê pîroz be û hûn her dem di pêşketinê de bin.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
