Serok Mesûd Barzanî serdana sengerên Pêşmerge dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî serdana sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û di civînekê de ligel fermandeyan, ronahî xist ser rewşa siyasî ya herêmê.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin, Serok Mesûd Barzanî îro  31ê Cotmehê, serdana sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî piştî ku ji nêz ve agahdarî derbarê rewş û guzerana Pêşmergeyan wergirt, bi hejmarek efser û fermandeyên Hêza Pêşmerge re civiya.

Di civînê de, Serok Barzanî derbarê rewşa siyasî de ronahî û zelalkirinên pêwîst pêşkêş kirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment