Siyasetmedar û rêxistin rola Kurdistan24ê ya niştimanî û pîşeyî bilind dinirxînin
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Kanala Kurdistan24 dehemîn salvegera destpêkirina weşana xwe pîroz dike. Bi vê boneyê re, hejmarek berpirsên payebilind ên hikûmetê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl peyamên pîrozbahiyê belav kirin û tekezî li ser rola girîng a Kurdistan24 di warê medyayî, niştimanî û parastina pêkvejiyanê de kirin.
Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan di peyama xwe de destnîşan kir, Kurdistan24 di nava deh salan de karîbû "bi şêwazeke pîşeyî cihê xwe li navxwe û derveyî Kurdistanê çêbike û bibe cihê baweriyê û çavkaniyeke pêbawer a nûçe û zanyariyan."
Hemlan herwiha rola wê ya "kurdane û niştimanperwerane" di rûbirûbûna metirsiyan de li dijî Herêma Kurdistanê û wêrekiya wê di anîna ziman a rastiyan de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Zagros Fetah, Kurdistan24 weke "pêngaveke serdemî û nû di karê medyayî de li Herêma Kurdistanê" bi nav kir.
Fetah hêvî xwest ku K24 berdewam be di xurtkirina bingehên demokrasiyê û azadiya raderbirînê de û got, "Di dema deh salên karê xwe de karî bibe mînberk ji bo gihandina rastiyan bi cemawerê Kurdistan, Iraq û herêmê re." Herwiha spasiya kanalê kir ji bo rûmalkirina xizmetguzariyên kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Ji aliyekî din ve, Endamê Polîtburoya Bereya Tirkmenî Aydin Ma'rûf bal kişand ser rola Kurdistan24 di xurtkirina pêkvejiyanê de. Me'rûf got: "Kurdistan24 ji aliyê siyasî û civakî ve xwedî girîngiyeke mezin e, lê ya girîngtir rola wê ya mezin di piştgirîkirina pêkhate û ayînan û xurtkirina pêkvejiyanê de li Herêma Kurdistanê heye."
Aydin Ma'rûf herwiha amaje bi wê kir, kanala Kurdistan24ê ji roja damezrandina xwe ve bandoreke erênî li ser vê mijarê çêkiriye.
Yekîtiya Veberhênerên Kurdistanê jî bi rêya serokê xwe, Ehmed Rêkanî, pîrozbahî li Kurdistan24 kir û piştgiriya civaka karsaz û aborî ji bo dezgeheke medyayî ya pîşeyî nîşan da.
Saziya Kurdistan24 ji bo Lêkolîn û Ragihandinê, ku 10 sal berê bi armanca weşandina nûçeyên rast, berpirsiyarane û parastina berjewendiyên niştimanî dest bi weşanê kir, îro bi rêya televîzyon, radyo û malpera xwe bi zimanên Kurdî (Soranî û Kurmancî), Erebî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî weşana xwe digihîne bîner û xwînerên xwe li seranserê cîhanê.
