Serok Barzanî: Em dixwazin milet bi azadî biryarê li ser çarenivîsa xwe bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li Dihokê bi hejmarek zanyarên ayînî re civiya. Di civînê de, Serok Barzanî ji bilî nirxandina rewşa siyasî û hilbijartinan, bi taybetî bang li zanyarên ayînî kir ku di rûbirûbûna metirsiya madeyên hişber de roleke çalak bilîzin û xelkê hişyar bikin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin, Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Mijdarê li bajarê Dihokê bi hejmarek zanyarên ayînî yên parêzgehê re civiya. Di civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ronahî xist ser çend mijarên girêdayî rewşa niha û pêşeroja Herêma Kurdistan û Iraqê.

Derbarê hilbijartinan de, Serok Barzanî ragihand: "Hilbijartin pêvajoyeke gelekî girîng e ku tê de xelk biryarê li ser çarenivîsa xwe dide. Em dixwazin milet azad be û bi azadî biryara xwe bide. Her çend ji bo PDKê hilbijartin ne bi qasî bidestxistina postan girîng e, lê bi qasî wê girîng e ku em dixwazin hêz û dengê PDKê nîşanî hemû aliyan bidin û bi wê hêz û dengî parastina mafên xelkê Kurdistan û Iraqê bikin."

Di beşeke din a gotara xwe de, Serok Barzanî behsa zilm û zordariya ku di dirêjahiya dîrokê de li ser gelê Kurdistanê bêyî cudahiya ayînî û neteweyî hatiye kirin, kir. Herwiha da zanîn ku bingeha avakirina dewleta Iraqê li ser şeraket, hevsengî û lihevkirinê bû, lê ji ber ku ev nehate cîbicîkirin, Iraq heta niha di nav kêşe û aloziyan de dijî. 

Serok Barzanî herwiha amaje bi qonaxên jenosîdkirina gelê Kurdistanê, ji Misilman, Mesîhî û Êzidiyan, hem ji aliyê rejîmên Iraqê ve hem jî di van salên dawî de ji aliyê DAIŞê ve kir.

Di vê çarçoveyê de, Serok Barzanî destnîşan kir ku "li Kurdistanê çanda pêkvejiyan û lêborînê gelekî cihê şanaziyê ye û li tevahiya cîhanê behsa wê tê kirin. Ji ber vê yekê ev sermayeyeke mezin e ji bo me û divê em wê biparêzin û bihêztir bikin."

Serok Barzanî bal kişand ser hewldanên piştî sala 2003an ji bo avakirina Iraqeke nû û nivîsandina destûrê û got: "Mixabin destûr nehate cîbicîkirin." Herwiha hêvî xwest ku piştî van hilbijartinan, li gel hin aliyên dilsoz lihevkirinek çêbibe û Iraq ji vê rewşê rizgar bibe.

Serok Barzanî di heman demê de behsa avedanî û pêşketinên Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku "pêwîst e em pişta xwe bi xwe ve girêbidin û zêdetir warên çandinî, geştyarî û pîşesaziyê pêş bixin."

Di dawiya axaftina xwe de, Serok Barzanî daxwaz ji zanyarên ayînî kir ku ew ji aliyê xwe ve bi awayekî cidî, xelkê ji metirsiyên madeyên hişber hişyar bikin, ku "hem ji aliyê ayînî ve destûr pê nehatiye dan, hem jî derdekî kujer ê civakî ye."

 

 
 
Fly Erbil Advertisment