Saman Berzincî: Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî xizmetkarî bo Kerkûkê berdewam dibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, ew dê li ser pêşkêşkirina xizmetkariyên tenduristiyê ji bo bajarê Kerkukê berdewam bin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî duhî (Yekşem, 2ê Cotmeha 2025ê) di serdana xwe ya Kerkukê de ragihand: “Pêşkêşkirina xizmetkariyên tenduristiyê ji bo welatiyên Kerkukê di salên borî de berdewam bûye, xasma jî di dema şerê li dijî terorîstên DAIŞê de.”
Wezîrê Tenduristiyê herwesa got: “Welatiyên Kerkukê her roj ji bo wergirtina çareseriyê serdana nexweşxaneyên Hewlêrê dikin.”
Saman Berzincî amaje jî da ku, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ew dê li ser pêşkêşkirina xizmetkariyan ji bo welatiyên Kerkukê berdewam bin.
