Mensûr Barzanî bang li welatiyan kir: Roja hilbijartinan hûn jî bibin Pêşmerge
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Leşkerê Gulan û Yek, Mensûr Barzanî piştî ku di dengdana taybet de dengê xwe da, bang li xelkê Kurdistanê kir ku roja 11ê Mijdarê bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibin û "bibin Pêşmerge". Herwiha tekez kir ku aramî û ewlekariya heyî, berhema xwîna şehîdan û qurbanîdana Pêşmerge ye û divê welatî jî bi dengê xwe piştgiriyê bidin parastina destkeftiyên Kurdistanê.
Fermandarê Leşkerê Gulan û Yek, Mensûr Barzanî îro 9ê Mijdarê piştî ku beşdarî prosesa dengdana taybet bû, di kongreyeke rojnamevanî de peyamek arasteyî gelê Kurdistanê kir.
Mensûr Barzanî got: "Ez weke Pêşmergeyekî Herêma Kurdistanê, daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku di roja 11ê Mijdarê de ew jî bibin Pêşmerge."
Herwiha amaje bi wê kir ku Pêşmerge her dem bi xwîna xwe berevanî li Herêma Kurdistanê kiriye û got: "Ew aramî, ewlehî û avadaniya ku li Herêma Kurdistanê heye, berhema xwîna şehîdan û westan û qurbanîdana Pêşmerge û dezgehên din ên ewlehiyê ye."
Mensûr Barzanî destnîşan kir, çawa Pêşmerge di berevaniya welat de li eniya pêş bûye, di roja dengdanê de jî pêşeng e û amade ye bi awayekî herî baş beşdar bibe.
Da zanîn jî, Pêşmerge îro wan nûnerên ku baweriya wan pê heye hildibijêrin da ku biçin Parlamentoya Iraqê û wan mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê yên ku hatine binpêkirin, bi dest bixin. Herwiha got jî: "Peyama min ji bo xelkê Kurdistanê ew e ku di 11ê Mijdarê de bibin Pêşmerge û dengê xwe bidin wan kesên ku baweriya we pê heye, da ku Kurdistan hê avadantir bibe."
Proseya dengdana taybet îro 9ê Mijdara 2025an, saet 07:00ê sibê dest pê kir û dê heta saet 18:00ê êvarê berdewam bike. Di dengdanê de endamên hêzên ewlehiyê û koçber beşdar dibin.
Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê, zêdetirî 1.3 milyon endamên hêzên ewlehiyê û 26,538 koçber mafê dengdanê hene. Ji bo vê prosesê 809 navendên dengdanê hatine amadekirin.
Dengdana giştî jî dê roja Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an, birêve biçe.
