Pêşbînî tê kirin ku rêjeya dengdanê li Kerkûkê bigihîje 100%

Lueyî Kakeyî
Lueyî Kakeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştkarê Şaxê Kerkûkê yê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê got: “Pêvajoya dengdanê li Kerkûkê bi rengekê pir baş dimeşe, heta niha tu alî û berbijaran gilîname tomar nekirine.” Amaje jî da: “Em pêşbînî dikin ku rêjeya dengdanê li parêzgeha Kerkûkê heta dema daxistina sindoqan bigihîje 100%.”

Serperiştê Şaxê Kerkûkê yê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Lueyî Kakeyî îro (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Deriyên bingehên dengdanê ji saet 7:00 ê sibehê ve ji bo welatiyan hatine vekirin.”

Lueyî Kakeyî herwesa got: “Heta niha, ew pêvajo pir baş dimeşe, tu binpêkirin çê nebûne û tu gilîname jî ji hêla bebijar û aliyên siyasî ve nehatine tomarkirin, ji ber vê yekê em hêvîdar in ku ev pêvajo heta dawiyê her bi tenahî û bê pirsgirêk berdewam be.”

Lueyî Kakeyî amaje jî da: “Tevî ku di serê sibehê de hin pirsgirêkên teknîkî di amûran de hebûn, lê hatine çareserkirin. Heta saet 12ê nîvroyê, rêjeya dengdanê li Kerkûkê 61% bû, ji ber vê yekê em pêşbînî dikin ku rêje di dawiya pêvajoyê de bigihîje %100.”

Dengdana taybet ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê sibehê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam dibe. Ev dengdan hêzên ewlehiyê û awareyan vedigire.

1 milyon û 313 hezar û 980 endamên hêzên ewlehiyê û 26 hezar û 538 aware dê tevlî hilbijartinên taybet bibin. Her di dengdana taybet de, 809 bingeh û 4.501 westgehên dengdanê dê ji bo hêzên ewlehiyê û 27 bingeh û 97 westgehên dengdanê dê ji bo awareyan vekirî bin.

Hejmara giştî ya berbijaran ji bo hilbijartinan 7 hezar û 744 berbijar in, herwesa heta niha 848 berbijar ji wê pêşbirkê hatine dûrxistin.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment