Herî zêde binpêkirinên dengdana taybet li bazineya Silêmaniyê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hevpeymaniya Torên Çavdêriya Hilbijartinan ragihand: “Di pêvajoya dengdana taybet de, 425 binpêkirin û zêdegavî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û piraniya wan jî li bazineya Silêmaniyê bûn.”

Hevpeymaniya Torên Çavdêriya Hilbijartinan raporta xwe ragihand û tê de amaje da: “Heta saet 2:00 ê piştî nîvroyê, sê hezar û 747 zêdegavî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.”

Hevpeymaniya Torên Çavdêriya Hilbijartinan amaje da: “425 binpêkirin li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, lê tu yek ji wan binpêkirinan negihîştiye xeta sor, piraniya wan binpêkirinan jî li devera Silêmaniyê bûn.”

Berdevkê Hevpeymaniya Torên Çavdêriya Hilbijartinan Hoşyar Malo ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji bo roja dengdana taybet li tevaya parêzgehên Iraqê tevî Herêma Kurdistanê jî, zêdetirî şeş hezar û 300 çavdêrên me hebûn.”

Hoşyar Malo eşkere jî kir: “Piraniya binpêkirinan şkandina nepeniya dengdanê bi rêya birina mobîlan ji bo nav kabîneya dengdanê bû, tevî derxistina çavdêr û nûnerên aliyên siyasî ku 29 doz bûn, 173 dozên bangeşeyê jî hebûn ku ev di rênimayan de zêdegavî ye, 18 dozên rêgirtina li dengderan jî hatine tomarkirin.”

Dengdana taybet ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê sibehê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam dibe. Ev dengdan hêzên ewlehiyê û awareyan vedigire.

1 milyon û 313 hezar û 980 endamên hêzên ewlehiyê û 26 hezar û 538 aware dê tevlî hilbijartinên taybet bibin. Her di dengdana taybet de, 809 bingeh û 4.501 westgehên dengdanê dê ji bo hêzên ewlehiyê û 27 bingeh û 97 westgehên dengdanê dê ji bo awareyan vekirî bin.

Hejmara giştî ya berbijaran ji bo hilbijartinan 7 hezar û 744 berbijar in, herwesa heta niha 848 berbijar ji wê pêşbirkê hatine dûrxistin.

 
Fly Erbil Advertisment