Encamên berahiyê yên dengdana taybet ên pênc bazineyên hilbijartinan eşkere bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Encamên berahiyê yên nefermî yên dengdana taybet li her sê bazineyên hilbijartinan ên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê û herwesa bazineyên Kerkûk û Neynawayê hatine eşkerekirin.
Li gorî wan zanyarên ku bi dest Kurdistan24ê keftine, amar bi vî rengî ne:
Bazineya Hewlêrê: 96.40%
Bazineya Dihokê: 97.52%
Bazineya Silêmaniyê: 94.58%
Bazineya Kerkûkê: 66.65%
Bazineya Neynawayê: 46.69%
Her li gorî wan Zanyaran, rêjeya vavartina dengan di dengdana taybet de li parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê 100%, herwesa li parêzgeha Kerkûkê 76% û li parêzgeha Neynawayê jî %47 bû.
Dengdana taybet ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê sibehê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam dibe. Ev dengdan hêzên ewlehiyê û awareyan vedigire.
1 milyon û 313 hezar û 980 endamên hêzên ewlehiyê û 26 hezar û 538 aware dê tevlî hilbijartinên taybet bibin. Her di dengdana taybet de, 809 bingeh û 4.501 westgehên dengdanê dê ji bo hêzên ewlehiyê û 27 bingeh û 97 westgehên dengdanê dê ji bo awareyan vekirî bin.
Hejmara giştî ya berbijaran ji bo hilbijartinan 7 hezar û 744 berbijar in, herwesa heta niha 848 berbijar ji wê pêşbirkê hatine dûrxistin.
