Lîsta YNKê li Dihokê hilweşiya û seroka wê lîstê tevlî PDKê bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber ku partiya wê ji dengdêrên xwe xwest ku dengê xwe nedin berbijarên YNKê li bazineya Dihokê, Seroka Lîsta YNKê li Dihokê tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.
Seroka Lîsta YNKê ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li bazineya Dihokê Îman Ebdilrezaq îro (Duşem, 10ê Mijdara 2025ê) ragihand ku tevlî PDKê bûye û lîsta YNKê li Dihokê hilweşiya.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, sedema destberdana Seroka Lîsta YNKê ew e ku, wê partîyê ji dengdêrên xwe xwestiye ku dengê xwe nedin lîsta YNKê û dengê xwe bidin berbijarê Reyan Kildanî.
Di çend rojên borî de, hejmareka mezin a kesatî û kadroyên YNKê tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn.
