Cumane Xelayî: Pêvajoya dengdanê bi rengekê serkeftî derbaz bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand: “Pêvajoya dengdanê ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li hemî parêzgeh, bajar û deverên Iraqê bi rengekê serkeftî derbaz bû.”
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelayî îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) di daxuyaniyekê de got: “Di dema birêveçûna pêvajoya dengdanê de, tu pirsgirêkên teknîkî çê nebûne.”
Cumane Xelayî tekez jî kir: “Di dema birêveçûna pêvajoya dengdanê de, hevahengiyeka baş di navbera komîsyonê, Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Hilbijartinan û wezaretên ewlehiyê de hebû.”
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amaje jî da: “Komîsyon di pêvajoya bidawîkirina rêkaran de ye, ji bo hejmartina bi destan û birêzkirina dengan û hempakirina wan bi encamên elektronî re.”
Berdevka navbirî herwesa ragihand: “Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îşev tu konferanseka rojnamevaniyê li dar naxe."
Pêvajoya dengdana giştî ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê serê sibehê li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam bû.
Li gorî amar û tomarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêran mafê dengdanê heye, ku zêdetirî du milyon û 800 hezar dengdêran li Herêma Kurdistanê ne.
