241 sal di ser damezrandina Silêmaniyê re derbas dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 241 sal di ser damezrandina Silêmaniyê, Paytexta Rewşenbîrî ya Kurdistanê û paytexta Mîrektiya Baban re derbas dibin. Bajarê ku bi helbestvan û rewşenbîrên xwe tê naskirin, di 14ê Mijdara 1784an de hatiye avakirin.
Bi van gotinên dîrokî yên helbestvanê mezin Hacî Qadirê Koyî, îro bajarê Silêmaniyê 241emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike:
"Tê bîra min Silêmanî ku paytexta Baban bû,
Ne mehkûmê Ecem bû, ne jî suxrekêşê Alî Osman"
Silêmanî, ku weke "Paytexta Rewşenbîriyê" tê naskirin, di 14ê Mijdara 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hate avakirin û wî navê bajêr, bi navê bavê xwe, Silêman Paşa, binav kir. Piştî avakirina wê, Babanan di heman salê de paytexta mîrektiya xwe ji Qelaçiwalanê veguhestin Silêmaniyê.
Avakirina bajêr di sala 1783an de dest pê kir û di 1784an de bi dawî bû. Piştî hilweşîna Mîrektiya Baban di sala 1851an de û têkçûna Dewleta Osmanî di Şerê Cîhanî yê Yekem de, bajarê Silêmaniyê kete bin desthilatiya Komara Iraqê ya îro.
Li gorî rojnameya "Jîn" a sala 1955an, di wê demê de nifûsa Silêmaniyê 60 hezar kes bû û nêzîkî 7 hezar xanî lê hebûn. Bajar di destpêkê de ji şeş taxên sereke pêk dihat: Kaniya Askan, Goyje, Melkendî, Serşeqam, Çiwarbax, Dergezên û Taxa Cihûyan.
Dergûşa Helbestvan û Rewşenbîran
Ev bajarê rewşenbîriyê, di dirêjahiya dîrokê de gelek nivîskar û helbestvanên mezin pêşkêşî Kurdistanê kirine, ku di nav wan de navên weke Nalî, Mehwî, Pîremêrd, Goran, Mewlana Xalidê Neqşebendî, Salim, Kurdî, Emîn Zekî Beg, Faiq Bêkes, Zêwer, Tewfîq Wehbî, Welî Dêwane, Kak Ehmedê Şêx û gelekên din hene.
