PDKê 27 kursî li Encûmena Nûneran a Iraqê bidest xistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, îro 17ê Mijdarê encamên dawî yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê aşkere kirin. Li gorî encamên komîsyonê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi giştî 27 kursî di xula şeşem a Parlamentoya Iraqê de bidest xistin.

Bi vê encamê re, PDK bû partiya ku herî zêde kursî li ser asta Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê wergirtine.

Dabeşkirina kursiyên PDKê li gorî parêzgehan wiha ye:

- Parêzgeha Dihokê: 9 kursî

- Parêzgeha Hewlêrê: 9 kursî

- Parêzgeha Nînovayê: 5 kursî

- Parêzgeha Silêmaniyê: 2 kursî

- Kerkûk: 1 kursî

- Parêzgeha Diyalayê: 1 kursî

Para Herêma Kurdistanê ya fermî di Encûmena Nûneran a Iraqê de bi giştî 46 kursî ne, ku li ser parêzgehên Silêmaniyê (18 kursî), Hewlêrê (16 kursî) û Dihokê (12 kursî) tên dabeşkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment