Bi amadebûna Serok Barzanî Korbenda MEPS 2025 li Dihokê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û serkirdeyên payebilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê, şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê dest pê kir.
Tê payîn ku di destpêkê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotara xêrhatinê pêşkêş bike. Piştre, dê Serok Barzanî, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan, Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Mihemed Hesan, Serokê Tevgera Hîkme Emmar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Ezim Musenna Samerayî û Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer gotarên xwe pêşkêş bikin.
Piştî beşa gotaran, dê hevpeyvîneke taybet ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî were kirin. Di hevpeyvînê de dê behsa rewşa cîhan û herêmê, encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çend pirsên din ên girîng were kirin.
Rojeva roja yekem
Di roja yekem a korbendê de, dê şeş panelên cuda li ser mijarên weke rewşa ewlehiyê, pirsa enerjiyê, kêşeyên keşûhewayê, rûbirûbûna terorê û aboriyê birêve biçin. Çalakiyên panelan dê ji saet 12:00ê nîvro dest pê bikin û heta saet 09:00ê şevê berdewam bikin.