Serok Barzanî û Davutoglu pêvajoya çareseriya aştiyê li Tirkiyeyê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Davutoglu li Dihokê di çarçoveya hevdîtinên Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de civiyan û guhertin û pêşketinên dawiyê yên siyasî yên deverê nîqaş kirin.

Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li Dihokê bi kesatî, siyasetmedar û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu re civiya.

Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Topçu jî tê de amade bû, rewşa deverê û guhertin û pêşketinên dawiyê yên siyasî yên deverê hatin nîqaşkirin.

Di pareka din a wê civînê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêngavên pêvajoya çareseriya aştiyê li Tirkiyeyê li hev guhertin. Herwesa tekez li ser hevahengî û têkiliyên berdewam ên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî kirin.

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî tê lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî tevlî vê korbendê bûne.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn e, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment