Çandar: Eger hevkariya Hikûmeta Kurdistanê nebûya, proseya aştiyê li Tirkiyeyê bipêş nediket

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Cengiz Çandar di çarçoveya beşdariya di Korbenda MEPSê li Dihokê de, ji Kurdistan24ê ragihand, eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûya, proseya aştiyê li Tirkiyeyê bi pêş nediket. Çandar herwiha da zanîn ku prose hîn di qonaxên destpêkê de ye û ji bo avakirina baweriyê, pêwîstî bi pêngavên berbiçav heye, weke berdana Selahattîn Demîrtaş û serdana Îmraliyê.

"Kurd ji bo aştiya Rojhilata Navîn roleke girîng dilîzin"

Cengîz Çandar bal kişand ser gotara Serok Barzanî ya li korbendê û got, "Gotina Serok Barzanî ku 'Kurd şer naxwazin, Kurd aştî dixwazin' li gel navê korbendê ye. Armanca Rojhilata Navîn a nû aştî ye, ji ber vê yekê Kurd bi aştiyê re ne."

Destnîşan kir jî, ji ber înkarkirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê, ti rê li ber Kurdan nehatibû hiştin ji bilî ku ji bo bidestxistina mafên xwe şer bikin. "Lê koka Kurdan ew e ku milletekî aştîxwaz e. Her dema ku derfet jê re were dayîn, Kurd destê aştiyê dirêj dike. Ji ber vê yekê ye ku Kurd ji bo aştiya Rojhilata Navîn roleke gelekî girîng dilîze."

"Proseya aştiyê di destpêkê de ye û bawerî kêm e"

Çandar rewşa proseya aştiyê li Tirkiyeyê nirxand û got: "Em hîn di destpêka proseya aştiyê de ne. Hîn me paragrafa yekem a aştiyê nenivîsiye." Herwiha bal kişand ser nakokiyeke girîng û got: "Piştgiriyeke mezin û bihêz ji bo proseyê heye, lê di heman demê de baweriyeke kêm heye ku ew ê bi ser bikeve. Eger hûn li Diyarbekirê ji xelkê bipirsin, ew piştgiriyê didin, lê dudil in, ji ber ku ezmûnên wan ên nexweş hene û gelek sozên ku nehatine bicihanîn, ew bêhêvî kirine."

Pêngavên Berbiçav: Serdana Îmraliyê û berdana Demîrtaş

Ji bo avakirina baweriyê, Çandar çend pêngavên berbiçav destnîşan kirin: "Eger heye ku vê hefteyê an hefteya bê, şandeyeke parlamentoyê ji partiyên cuda serdana Îmraliyê bike û bi birêz Abdullah Ocalan re biaxive. Ev dê bibe pêngaveke mezin."

Herwiha got, "Selahattîn Demîrtaş li ser tiştekî nehatiye girtin û divê were berdan. Ew niha bûye sembol û azadkirina wî dê baweriyê bi proseyê xurt bike. Piştre divê Osman Kavala jî were berdan û yasa ji bo ji nû ve pênasekirina PKKê û vegera çekdaran bo nav jiyana asayî pêşkêşî parlamentoyê were kirin."

Çandar bi xwe jî behsa egera serdana Îmraliyê kir û got: "Birêz Ocalan xwestiye min bibîne û navê min çûye Îmraliyê. Min bihîstiye ku hikûmet difikire ku rê bide min biçim. Ez li bendê me."

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftinê girîng e"

Di dawiyê de, Çandar daxuyaniya Devlet Bahçelî weke "nîşaneke baş" nirxand û tekez kir: "Eger hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûya, proseya aştiyê li Tirkiyeyê bipêş nediket. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo me û ji bo serkeftina proseyê gelekî girîng e."