Li Hewlêrê mezintirîn Pêşangeha Bazirganî tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Pêşangeha herî mezin a bazirganî ya girêdayî paketkirina qutî û plastîkên Iraqê, ligel pîşesaziyên çandinî û xwarinê, îro (Duşem, 24ê Mijdara 2025ê) bi tevlîbûna zêdetirî 300 şîrketan li Hewlêrê tê vekirin.
Berpirsê Rêkxistinê yê Pêşangehê Hoşmend Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ev cara heştê ye pêşangeha herî mezin a navneteweyî tê vekirin û armanca wan ew e ku, Herêma Kurdistanê pêş bixin û wê bi welatên cîhanê bidin nasîn.
Ev pêşangeha navneteweyî bi tevlîbûna 352 şîrketan ji 20 welatên cîhanê tê lidarxistin û tê payîn ku, zêdetirî 15 hezar mêvanên şareza tevlî wê bibin.
Ji wan 352 şîrketan, 62 ji wan navxweyî ne û berhemên wan li Herêma Kurdistanê tên hilberandin, xasma jî berhemên warê çandiniyê, ji pêdivîtiyên bingehîn bigire heya hilberîna ji bo bazarê û nasandina wan bi şîrketên cîhanî re.
Welatên ku tevlî vê pêşangehê dibin Îran, Tirkiye, Hindistan, Çîn û welatên Yekîtiya Ewropayê ne.
Ev pêşangeh di demekê de ye ku, veberhênana di sektora çandiniyê de li Herêma Kurdistanê li salên borî gelek zêde bûye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi proje û biryarên xwe piştevan û piştgira cotkaran bûye. Herwesa hikûmet hêsankariyan ji bo sektora taybet dike û ji bo vejandina pîşesaziya çandiniyê jî dixebite.
