Şanda Parlementoya Tirkiyeyê serdana Ocalan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku şanda Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro li Îmraliyê serdana Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan bike.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, şanda Komîsyona Hevdengiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro (Duşem, 24ê Mijdara 2025ê) bi helîkoptereka taybet ji bo hevdîtina bi Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê dikeve.

Eşkere jî kiriye ku, ew şand ji Cîgira Serokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Feti Yıldız û Huseyin Yayman ji Partiya Dad û Pêşxistinê.

Biryar e ku di wê hevdîtinê de, ew şand bi Abdullah Ocalan re danûstandinan bike, komnivîsên civîna wan dê heta 10 salên din veşartî bimînin û nayên eşkerekirin.

Tê payîn ku, Ocalan di hevdîtina îro de nerîna xwe li ser sedemên çêbûna PKKê û danana çekan, pêşengiyên aştiyê, çareseriyên pêşniyarkirî û pêvajoya qanûndanînê bi şanda Parlamentoya Tirkiyeyê re, ku wekî Komîsyona Hevdengiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê tê binavkirin, behs bike.

Wê komîsyonê heftiya borî di civîna xwe ya 18ê de nîqaşa demdirêj a li ser serdana Îmraliyê bi dawî anî û bi piraniya dengan civîna komîsyonê bi Abdullah Ocalan re pejirand.

Dengdan bi vî rengî bû:

32 parlamenteran dengê xwe bi erê da, du parlamenteran dengê xwe bi nerê da û sê parlamenteran jî biryar da ku bêalî bimînin.

 
Fly Erbil Advertisment