Mezlûm Ebdî: Ez amade me serdana Tirkiyeyê bikim
Navenda Nûçeyan (K24) - Mezlûm Ebdî ragihand ku, wan kanaleka diyalogê ya vekirî bi Tirkiyeyê re heye. Tekez jî kir: “Divê rayedarên Enqereyê ji çûna xwe ya Îmraliyê netirsin ji ber ku ev yek dê xizmeta pêvajoya aştiyê û çarekirina pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê bike.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di çavpêkeftineka rojnamevanî de li ser têkiliyên Rojavayê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re, pêvajoya nû ya aştiyê, çûna xwe bo Îmraliyê, paşeroja Sûriyeyê û çend mijarên din axivî.
Têkiliyên Rojavayê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re
Mezlûm Ebdî di derheqa têkiliyên Rojavayê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re got: "Têkilî heye û kanalên vekirî jî di navbera me de hene, lê lihevkirin tune. Tenê lihevguhertina dîtin û nêrînan li ser Sûriyeyê heye, ev jî tiştekê baş e.” Herwesa xwesteka xwe ji bo xurtkirin û fermîkirina van têkiliyan û gihîştina lihevkirinê li ser hin mijarên diyarkirî anî ziman.
Fermandarê HSDê amaje jî da: "Çawa ku Tirkiyeyê nîgeranî heye, HSDê jî nîgeraniyên xwe hene û dixwazin van pirsgirêkan bixin ber behs û xeberan û çareser bikin.” Herwesa got: “Me axa dagirkirî heye, gelê me ji ber hebûna Tirkiyeyê nikare vegere. Em dixwazin van pirsgirêkan bi rayedarên Enqereyê re çareser bikin."
Bandora pêvajoya aştiyê li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê
Mezlûm Ebdî li ser bandora pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got: "Ji her aliyekî zêdetir, vê mijarê peywendî bi bakur û rojhilatê Sûriyeyê re heye.” Amaje jî da: “Agirbesta niha ya bi artêşa Tirkiyeyê re berhema vê pêvajoyê ye û heke ew pêvajo biqede, agirbest jî dê bibe herdemî.”
Navbirî herwesa got: "Ger em îro li ser têkiliyên bi Tirkiyeyê re diaxivin, ev bi saya vê pêvajoyê ye. Em, wekî HSD, dixwazin erkê xwe ji bo biserxistina vê pêvajoyê bi cîh bînin û bibin piştgir, ne rêgir.”
Rola Îmraliyê
Ebdî tekez li ser pêdivîtiya danûstandinên di navbera Rojava û Îmraliyê de ji bo çareserkirina hin pirsgirêkan kir û got: "Diyaloga çêtir dê bandoreka erênî li ser pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike.”
Fermandarê giştî yê HSD li ser çûna şanda Rojavayê Kurdistanê ji bo Îmraliyê eşkere kir: “Li dû gotina şanda serdanker a Îmraliyê, Rêber Apo jî daxwaz kiriye ku rayedarên Rojavayê Kurdistanê serdana Îmraliyê bikin. Em jî hewceyê vê yekê ne.”
Mezlûm Ebdî li ser îhtîmala serdana Tirkiyeyê jî got: "Ji bo me tu pirsgirêk tune. Madem ev serdan bi awayekê erênî tevlî çareseriyê dibe, çima em neçin? Em bi awayekê erênî lê dinêrin."
Nerîna HSDê ji bo paşeroja Sûriyeyê
Fermandarê HSDê herwesa ragihand ku, ew Sûriyeyeka nenavendî dixwazin. Di vî warî de got: "Em li ser tiştekê negengaz naaxivin, belkî tiştekê ku îhtîmala rûdana wê heye. Di konferansa hêzên Kurdî de daxwaza Federalîzmê hat kirin. Em ne li dijî vê yekê ne, lê em niha li ser tiştên gengaz dixebitin."
Ebdî tekez jî kir ku, armanca wan a sereke parastina destkeftiyên têkoşînê û qurbaniyên gelên deverê ye; Ne tenê Kurdan, belkî Erebên Dêrazorê û Reqayê jî.”
Navbirî herwesa got: "Divê ev gel bikare rayedarên xwe yên leşkerî, îdarî û ewlehiyê hilbijêre û li ser vê bingehê tevlî dewleta Sûriyeyê bibe. Merema me ji nenavendîtiyê ev e û ev ne parçebûn e, belkî dê Sûriyeyê xurttir bike."
