Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê kargeheke mobîlan datîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kevirê bingehîn ê kargeheke nû ya elektronîk û telefonên mobîl datîne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşemiyê, 26ê Mijdara 2025an, beşdarî merasîma danîna kevirê bingehîn ê kargeha "Teknolojiya Zêrîn 2" li Hewlêrê dibe.
Ev kargeh taybet e bi berhemhênana amûrên elektronîk û telefonên mobîl. Li gorî zanyariyan, şiyana kargehê ya berhemhênanê rojane 5 hezar telefonên mobîl e.
Hat ragihandin jî, kargeh dê bi hevkariya pisporên Çînî bê avakirin û xebitandin. Lêbelê, rêvebirin û hêza kar a kargehê dê bi temamî ji aliyê destê kar ê navxweyî be.
