Mesrûr Barzanî: Vekirina mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, nîşaneya peywendiyên me yên bihêz e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, vekirina mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li cîhanê li Hewlêrê, peyameke zelal e li ser kûrahiya peywendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 26ê Mijdara 2025an, di kongreyeke rojnamevanî de behsa giringiya avahiya nû yê Konsulxaneya Amerîkayê kir û got:
"Vekirina mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, nîşaneyeke zelal e li ser hêz û peywendiya baş a ku di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de heye."
Serokwezîr diyar kir jî, avakirina vê konsulxaneyê nîşaneya wê yekê ye ku Amerîka dixwaze li vir bimîne û got: "Ev nîşaneyeke zelal e ku ew bi niyaz in û em hêvîdar in jî berdewam bin li ser wê yekê ku em zêdetir karibin alîkariya hev bikin ji bo bidestxistina armancên me yên hevbeş."
Wezareta Derve ya Amerîkayê duh 25ê Mijdarê di daxuyaniyekê de gotibû, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Birêvebirin û Çavkaniyan Michael Rigas dê serdana Hewlêrê bike, da ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya nû li Hewlêrê veke.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Birêvebirin û Çavkaniyan dê ji roja 27ê Mijdara 2025ê heta 5ê Berçileya 2025ê dê dest bi geşta xwe ya ber bi Tirkiye, Iraq û Îsraîlê bike û dê serdana Bexda, Hewlêr û Orşelîmê bike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere jî kiriye ku, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dê li Iraqê bi rayedarên Iraqî re bicive, dê serdana dezgehên dîplomatîk ên Amerîkayê bike û dê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya nû li Hewlêrê veke.
